Yekîneyên Antî Terorê YAT duh li bajarokê Dişîşa yê girêdayî Şedadê, li dijî şaneyeke DAIŞ’ê operasyonek pêk anî. Di encamê de 2 çete hatin kuştin û yek hat girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’e derbarê vê operasyonê de daxuyaniyek weşand.
Li gorî daxuyaniyê, YAT’ê bi desteka yekîneyên antî terorê yên Başûrê Kurdistanê CTG û Koalîsyona Navdewletî, operasyon pêk aniye.
QSD: 2 çete hatin kuştin û yek jî hat girtin
Şaneya DAIŞ’ê ji 3 çeteyan pêk dihat û di encama operasyonê de 2 çete hatin kuştin û yek hat girtin.
Her wiha jimarek çek jî hatin desteserkirin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’e diyar kir, ku destê van çeteyan di çalakîne terorîstî de hebû û li ser ewlehî û aramiya herêma Dêrazorê û armanckirina sivîlan, xeternak bûn.
10’ê vê Tîrmehê jî, YAT’ê di operasyoneke xwe de, 2 çeteyên şaneyên DAIŞ’ê li Minbicê girtibûn.