Amerîka wê 11 hezar û 900 leşkerên xwe ji Almanyayê vekişîne

Amerîkayê diyar kir ku wê 11 hezar û 900 leşkerên xwe ji Almanyayê vekişîne û wê wan li Belçîka û Îtalyayê bi cih bike.

Şefê Pentagonê Mark Esper diyar kir ku wê ji Almanyayê 11 hezar û 900 leşkerên xwe vekişîne.

Esper weke cihê nû yê van leşkeran jî Belçîka û Îtalya destnîşan kir.

Washîngton diyar dike ger ku lihevkirin pêk were wê li Polonyayê û welatên Baltikê jî leşkerên xwe bi cih bike.

Li Polonyayê 5 hezar leşkerên Amerîkayê hene.

Li Almanyayê nêzî 35 hezar leşkerên DYE’yê hene.

Serokê DYA Donald Trump 15’ê Hezîranê daxuyanî dabû ku wê 10 hezar leşkerên xwe vekişîne.

Back to top button