Artêşa Tirk a dagirker ‘Sendroma Heftenînê’ dijî

Dewleta Tirk a dagirker ku hewl dide Heftanînê dagir bike ji hev dikeve.

123 leşkerên dewleta Tirk îstifa kirin. Gelek leşker û cerdevan ji bo vegerin bi zanabûn xwe birîndar dikin.

Leşkerên Tirk li noqteyên ku hewl didin bicîh bibin di warê lojîtîkî de astengiyan dikşînin. Tê gotin, di artêşa dewleta Tirk de ‘Sendroma Heftanînê destpê kiriye. 

 

Artêşa dewleta Tirk a dagirker, bi tevlîbûna hezaran leşker, cerdevan, kontra û çeteyan di 16’ê hezîranê de dest bi êrişa dagirkirina herêma Heftenînê kir.

Gerîlla li hemû noqteyên ku artêşa Tirk hewl dide dagir bike, dest bi çalakiyên bê navber kirin.

Gerîla, bi taybet jî li xetên di navbera noqteyan de dixin, nahêlin ku artêşa Tirk a dagirker bilive.

Nuçegihanên ANF’ê ji herêma Behdînanê ragihand ku hêzên dewleta Tirk ku li ber berxwedana gerîla xwe nekarîn ragirin, moralên wan nemaye.

Ji bo ku ji Heftenînê birevîn îstifa dikin, xwe birîndar dikin

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, gelek leşker û cerdevan ji bo vegerin bi zanabûn xwe birîndar dikin, hincetên ketin û nexweşiyê ji bo xwe derdixin û heta tiliyên xwe jî dişkînin.

Çavkanî dibêjin ji ber çalakiyên bi bandor ên gerîlayên HPG’ê û YJA Starê hêzên dewleta Tirk nikarin li bejahiyê bimînin, pişta xwe dane teknîka di destê xwe de û dixwazin bi êrîşên hewayî pêşiya berxwedana gerîlayan bigirin.

Bi taybetî ji ber derbên ku gerîla li hekîkopteran dixin hêzên dewleta Tirk, di gihandina amûrên leşkerî û dîsa lojîstîkî de astengiyan dikşînin û bi zehmetî digihêjin hev.

Ev bûyera ku li Heftenînê diqewime, di nava leşker û cerdevanan de rê li ber ji hev ketin û bê moraliyê vekiriye.

Leşker, cerdevan, kontra û çeteyên dewleta Tirk bi taybet di nava rojê de bi qasî 1-2 lître av û hinek tiştên bi sînor xwe didebirînin.

Rojane windahiyan didin û êdî nema dikarin şer jî bikin.

Çavkaniyên xwecihî destnîşan kirin ku bi kêmanî 123 leşkerên bi peyman îstifa kirine û vegeriyane.

Di nava cerdevan, kontra û çeteyan de jî tirs û panîkê destpêkiriye.

Di vê wateyê de berxwedana gerîla ya li Heftenînê ku tê kirin, rê li ber şikestinê ya artêşa dewleta Tirk vekiriye.

Ji agahiyên ku navenda ragihandin û Çapemeniya HPG’ê ji qada şer dide, dîsa li gorî agahiyên ji saziyên çapemenî û çavkaniyên herêmî tên girtin, di artêşa dewleta Tirk de ‘sendroma Heftenînê’ destpê kiriye.

Di nava mehekê de 236 leşker hatin kuştin, derb li 6 helîkopteran hat xistin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan di 21’ê Tîrmehê de, tevlî bernameya televîzyona Stêrk TV bûbû û bilançoya şerê li Heftenînê eşkere kiribû.

Karayilan eşkere kir ku di navbera 17’ê Hezîranê û 17’ê Tîrmehê de, gerîlayan 95 çalakî kirine, di encama van çalakiyan de 236 leşkerên dewleta Tirk hatine kuştin, 6 helîkopteran jî derb xwarine.

Back to top button