Rêveberiya Xweser 10 roj tevgera navbera herêman û bajaran qedexe kir

Ji bo pêşgirtina belavbûna vîrûsa Coronayê, Meclisa Rêvber a Rêveberiya Xweser 10 roj qedexeya derketina derve li herêma Cizîrê ragihand.

Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê jî hin rêzetedbîrên pêwîst girtin û bang li gel kir ku biryar û tedbîrên xweparastinê pêk bîne.

Vîrûsa coronayê ku gefê li jiyana bi milyonan mirovan li cîhanê dixwe her diçe belav dibe.

Li herêmêm Bakur û Rojhilatê Sûrî jî vîrûsa coronayê hat tomarkirin..

Piştî derketina 8 rewşên vîrûsa corona li herêma cizîrê, Rêveberiya Xweser ji bo pêşlêgirtina vîrûsê 10 roj qedexeya çûn û hatina di navbera herêma Cizîrê û herêmên din ragihand.

Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê rêzetedbîrên pêwîst girtin

Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê jî da zanîn ku qedexe wê 30’yê vê mehê dest pê bike.

Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê ji bo pêşîlêgirtina vîrûsa coronayê ev rêzetedbîr girtin:

-Tevgera veguhastinê di navbera bajar û navçeyên herêma Cizîrê de qedexeye.

-Kombûn, şahî, sersaxî, parkên giştî, cihên geştiyarî, cihên olî, melevan-geh, holên sporê, xwaringeh û hwd..), tên qedexekirin.

-Erebeyên veguhestina hundirîn ên di nava bajaran de tên rawestandin.

-Zanîngeha Rojava, navendên perwerdê, zanîngeh û baxçeyên zarokan heta derketina biryareke din, tên taloqkirin.

-Hemû rewşên bi guman ku pêwîstiya wan bi navendên tenduristiyê tune ye, dikevin çavdêriya malê.

-Divê li hemû cihan pîvanên dûrbûna civakî bên pêkanîn û xwediyên dikan, firin û hwd.. tedbîrên xweparastinê bigirin.

-Hemû serdanên girtîgehan tên qedexekirin.

Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê jî diyar kir ku ji bo parastina tenduristiya gel, divê her kes biryar û tedbîrên xweparastinê pêk bîne.

Back to top button