Desteya Watanî ya Erebî: Êrişên Tirkiyê sûcên şerin

Desteya Watanî ya Erebî bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, beşeke şerê qirkirinê ye ku AKP dimeşîne.
Ev yek çareseriya siyasî ya li Sûriyê asteng dike.

Desteyê diyar kir dewleta Tirk dixwaze tevna civakî ya li herêmên Rêveberiya Xweser têk bibe û çareseriya siyasî asteng bike.

Her weha destnîşan kir ku berdewamkirina terora li dijî hêmanên jiyanê yên sivîlan, sûcên şer û li dijî mirovahiyê ne.

Desteyê êrişên li dijî binesaziya herêmê û sivîlan şermezar kirin û got hêzên navneteweyî yên li herêmê çalak in û civata navneteweyî berpirsên van êrişan in.

Dawiyê desteya Watanî ya Erebî bang li gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember êrişan hevgirtî bin û xwedî li QSD’ê derkevin.

Back to top button