Xelîl Berhem Umer: Komploya li dijî Rêber Apo li dijî gelên azadîxwaz e

Welatî û profesorê akademiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xelîl Behrem Umer li dijî tecrîda li ser Rêber Apo got: Komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, hemû gelên azadîxwaz di şexsa wî de hedef girtin.

Berhem Umer destpêka axaftinên xwe de bahsa Abdullah Ocalan kir.

Li gorî Berhem Rêber APo kesayeteke wisa ye ku di dilê her kesî de şopek hişt.

Kesayeta wî ya pêşeng, karî dîrokê bi zelalî bixwîne.

Piştî ku min analîzên Rêber Abdullah Ocalan xwendin, min xwest ez wî bibînim û çûm gel wî.

Li vir Umer, gotinên Rêber Abdullah Ocalan ên di wan hevdîtinan de wiha vegotin:

“Hebûna te li vir û daxwaza hevdîtina min tê wateya ku tu li azadiyê û jiyana birûmet digerî.

Em hewcedarên kesayetên welatparêz in da ku civaka Kurdî pêş bixin û bi rêxistin bikin.

Ev gotin û kesayeta Rêbertî, bandor li min kir.”

Behrem Umer herî dawî gefên li dijî Rêber APo şermezar kir ku û got:

“Komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, hemû gelên azadîxwaz di şexsa wî de hedef girtin.

Ji bo wê banga min li her kurdeki ye ku xebat û çalakiyên xwe zêde bikin.”

Şewket Akdemîr: Divê her kesek ji bo rakirina tecrîdê têbikoşe

Back to top button