Şewket Akdemîr: Divê her kesek ji bo rakirina tecrîdê têbikoşe

Endamê Desteya Rûmetê ya Navenda Giştî ya ÎHD’ê Şewket Akdemîr bi bîr xist ku Rêber Apo ji sala 2021’ê û vir ve bi rengekî giran tecrîdkirî ye û got: Ne di qanûnên Tirkiyê de ne jî di yên cîhanê de tecrîdeke bi vî rengî heye.

Şevket Akdemîr eşekre kir ku tecrîda li ser Rêber Apo tê ferzkirin bandorê li girtîgehên din jî dike û got:

“Rêber Apo bi gotineke bi tenê dikare bêhnê bîne ber Tirkiyê. ”

Şevket Akdemîr da zanîn ku nêzî 40 sal in şer dewam dike.

Ji ber dewamkirina vî şerî niha aborî têk çûye û wiha domand:

Aboriya Tirkiyê ber bi ku ve diçe, kes vê yekê hesab nake .

Lewma Yekîtiya Baroyan ji bo ev rê bê vekirin divê bikeve nava liv û tevgerê.

Tevî partiyên siyasî, her kesên ku ji welatê xwe hez dikin ji bo rakirina tecrîdê û vekirina rêyên aştiyê divê têbikoşin.

Mûstafa Karasû: CPT li gor Tirkiyê nêzîkatî raber dike

Back to top button