Meclisa Kantona Firatê: Êrişên Tirkiyê rê li ber DAIŞ’ê vedike

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê rastî bertekên tund tên.
Meclisa Rêveber a kantona Cizîr, Firat û Efrîn-Şehba her wiha TEV-DEM’ê êriş şermzarkirin.
Aliyan banga li gelê herêmê kirin ku li dijî êrişan sîstema xweparastinê pêş bixin.

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê jî li ser êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da û got:

“Dagirkeriya Tirk bi van êrîşan hewl dide ku çavkaniyên gel ji holê rake û saziyên rêveberiya xweser tune bikin.

Ev êrîş sûcên şer in, rê li ber jinûve zindîbûna çeteyên DAIŞ’ê vedike.

Rêveberiya Firatê bang li gelê herêmê kir ku ji bo rûbirûbûna terora Tirkiyê bibin yek û têbikoşin.

Meclisa kantona Efrîn-Şehba: Em piştgiriya gerîla û QSD’ê dikin

Her wiha Rêveberiya Xweser a kantona Efrîn-Şehba daxuyaniyek da.

Xelkên herêmê dijî êrişan di nava çalakiyan de ne

Şêniyên navçeya Til Hemîsê û gundên derdorê dijî êrişan meşiyan.

Piştî meşê hat gotin “Armanca Erdogan qirkirina gelan e.

Li Çilaxayê jî Komîteya Rêveberiya Dibistanan bertek nîşan dan û gotin, ’em ê li hember êrişan têkoşînê mezin bikin û nifşekî berxwedêr mezin bikin.

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê jî bi daxuyaniyekê bêdengiya hikumeta Şamê li dijî êrişên deweleta Tirk şermezar kir.

Back to top button