Xwerêxistinkirin û xweparastina jinan ji her tiştî giringtir e

Şer, talan û kuştin.. Bi destê hêzên desthilatdar û dagirker tên meşandin. Yê herî zêde jî para xwe ji vê zilmê digre jî jin û zarokin. Ji bo têkbirina êriş û ferasta netew-dewlet û desthilatdariyê rêya yekane jin ji bo xwe jêveneger hilbijêre, yakitî, rêxistinkirin û xweparastin e. Ji bo vê jî têkoşîn û berxwedanek domdar divê..

Şerê cihanê yê sêyemîn.

Taybetmendiyên wê naşibe şerê yekem û duyem yê cihanê.

Li ser erde wekî şer li hinek cihan be bide xuyakirin jî, le tevahî hêz, welat û cihane digre nava xwe.

Lê di rewşa heyî de Rojhilata Navîn û Kurdistan bûne navanda vî şerî.

Di vî şerî de kî pêşengiya civakê bikin, ew dibin hedefa sereke ya hêzên êrişkar.

Ev şer bi qasî leşkerî be, ewqasî jî, aborî,siyasî, civakî û candiye..

Rastiyan berovajî dike, heger nikarbe berovajî jî bike yekser êrîşê berhemên dîrokî dike.

Ya ku Tirkên Osmanî kirin, îro şexsê AKP’ê de dixwazin xwe careke din zîndî bikin.

DAIŞ ji bo gelên heremê ne tiştekî nû bû.

Heman tiştên ku Osmaniyan kiribûn îro DAIŞ’ê jî kirin.

Yek ji hêzên sereke ku barê qedera Rojhilata Navîn daye ser milê xwe û dixwaze bibe hêza çareseriyê jinin.

Di her alî de jin ji bo civakek demokratîk avabikin, têkoşînek bê hemba didin meşandin.

Xwe bi awayê leşkerî, siyasî, çandî u bi her şêweyê xwe birêxistin dikin.

Hêzên emperyalist, pergala netew-dewlet û baviksalar vê hêza afgirner ji bo xwe wekî kelema sereke dibinin..

AKP yek ji wan hêzên sereke ye ku êrîşê destkeftiyên jinan dike.

Kuştin, destdirêjî, bêkarî, hejarî zext û tundî gihiştiye asta herî jor.

Hikumeta AKP’ê niha xweparastina jinan weke ‘bêexlaqiyê û li dijî xwedê derketinê’ bi nav dike.

Viya ne tenê li Tirkiyê, li Rojhilata Navîn jî li ser bingeha polîtîkayên şerê taybet ên li hemberî jinan mîna çandekê belav dikin.

Li hemberî êrîşan, xwebirêxistinkirina jinan ji nan û avê girîngtir e.

Dewleta Tirk a ku êrişên xwe li ser herêmên bakur û Rojhilatê Suriyê ne daye rawestandin, îro amadekariya êrişek nû dike.

Di rewşeke wiha de yên ku herî zêde ji şerekî wiha zirarê bibînin jin û zarok in.

Yên ku li Efrînê parastina gel kirin, li dijî Tirkiyê şer kirin şervanên YPJ’ê bûn.

Hêza parastina jinên Suriyê ye ku li dijî DAIŞ’ê şer kir, xwîn rijand, bedel da.

Li hemberî vê hêza ku li dijî DAIŞ’ê têkoşiyaye, ewqas bi hêrs êrîş kirin û bi armanca tunekirinê tevgerandin, ji hêla hêzên mezin ve rewa hat dîtin.

Carek din xuya dibe ku, êrişên li ser jinan ne rojan e, dîrokî ne.

Lewre weke jin û civakên ku dixwazin azadiya xwe mîsoger bikin, hebûna xwe mayînde bikin; ji bilî xwe birêxistinkirinê tu riyek me ya din nîn e.

Dersa ji dîrokê bê derxistin eve.

Heta rêxistina xwe avanekî, tuyê ne bî xwedî nasname û îrad e û rêzê nebînî.

Mirovên ji dîrokê bê xeber, mirovên cahil in û leşkerên artêşa cehaletê ne.

Civaka bê parastin bê rûmet û bê exlaq e.

Civaka bê exlaq hemû şêwayên bedewiyê winda kiriye.

Jin û gelê Kurd layîqî her tiştên bedew in.

Ji bo wê yekane şanê me li ber xwe bdin, rêxistin bikin li dijî êrişên çandî û qirkirina dîrokî bisekinin.

Back to top button