Balafirên Israîlê gundewarê Şamê topbaran kirin

Balafirên şer ên Israîlê îro berbanga Sêşemê gundewarê Şamê topbaran kir.

Ajansa nûçeyan a Sanayê ragihand ku Îsraîlê êrişên hewayê li dijî hinek deverên li gundewarê Şamê pêk anîn.

Ew deverên hatine topbarankirin, navendên milîsên Îranê ne.

Di encama êrişan de zirarên madî çêbûn.

Têkildarî wê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku milîsên Îranê ji ber êrişên dorveger ên Îsraîlê taktîk û navendên xwe yên leşkerî diguherin.

Li gorî çavdêriyê di van sê rojên derbasbûyî de êrişên Israîlê li ser milîsên Îranê kêm nebûne.

Ji ber van êrişan bi dehan ji van milîsan birîndar bûne.

Bi destpêkirina şerê Israîl û Hemasê li Gazayê, tansiyon û şer di navbera Israîl û milîsên Îranê yên li Sûriyê zêde bûye.

Ji destpêkirina Îsraîlê şerê li dijî Xezayê û heya niha, Îsraîlê 47 caran Sûriyê topbaran kiriye. Ji wan 18 êrişên bejahî yên bi mûşekî 29 jî ezmanî ye.

Artêşa Îsralê êrişî Başûrê Sûriyê kir

Back to top button