KJK: Şehîdên komkujiya parîsê mîrateyek pir watedar ji me re hiştin

Koordînasyona KJK’ê û PAJK’ê ji bo salvegera 10’emîn a komkujiya 9’ê Cileya 2013’an daxuyaniyên cuda dan û gotin:” Şehîdên komkujiya parîsê mîrateyek pir watedar ji me re hiştin, heta berpirsyar bên darizandin û herdu komkujiyên Parîsê bên ronîkirin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin”

Koordînasyona KJK’ê ji bo salvegera 10’emîn a komkujiya 9’ê Cileya 2013’an li Parîsê daxuyaniyek da.

KJK’ê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anî û got:

Li hemberî her şehadeta jinê azweriya me ya têkoşînê geş dibe, nasnameya me ya jineke bi rûmet û berxwedêr xurtir dibe û di vê wateyê de biryardariya me ya rêxistinbûyîn û têkoşînê zêdetir dibe.

Di daxuyaniya KJK’ê de hate diyar kirin ku meşa dilsoz a hevrê Sara, bû sedema serhildan, hişyarbûn, rêxistinbûn û artêşbûna bi hezaran jinên azadîxwaz.

KJK’ê aîn ziman ku berpirsiyarên her du komkujiyên Parîsê jî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê û MÎT’ê ne.

Komkujiya Parîsê ya yekem hate nixumandin, deh salan nehat ronîkirin, ji ber vê yekê komkujiya Parîsê ya duyemîn hate kirin. Kujerên van êrîşên qirkirinê pir eşkere ne. Divê dewleta Fransayê cara duyemîn vê qetlîamê veneşêre.

PAJK: Heta herdu komkujî pên ronîkirin em ê têkoşînê dewam bikin

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) jî ji bo salvegera 10ʹemîn a Komkujiya Yekemîn a Parîsê daxuyanî da.

PAJKʹê bang li jinên Kurd û gelê Kurd kir ku di salvegera 10’emîn ya komkujiya Parîsê de biherikin qadan û got

Li hemberî şerê topyekûn yê dewleta Tirk a faşîst, pêwîstî bi berxwedana topyekûn ya bi pêşengiya jin, ciwan û Kurdan heye.

Her wiha PAJK’ê da zanîn ku dewleta Tirk ya qirker bi organîzeya MÎT’ê di çarçoveya ferehkirina plangeriya qirkirinê ya li ser Kurdan û pêşengên jin ev komkujî di sala 2013’an de pêkanî.

Ev deh sal in siyaseta qirkirin û tasfiyekirinê bi hedef girtina pêşengên jin û Kurdên li ber xwe didin bênavber berdewam e. Di bingeha vê siyaset û komkujiyê de temamkirina komploya mezin ya li dijî Rêber Apo hebû.

Koordînasyona PAJK’ê tekez kir ku tekoşîna azadiya jinên Kurd li ser hîmê kesayeta dîrokî ya rêheval Sara şêwe girt.

Dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta wê ya şer xwest AKP-MHP’ê bi zihniyeta xwe ya rûxîner, bi siyaseta tinekirin û tasfiyekirina tevgera azadiyê şerê xwe yê topyekûn li dijî Kurdan didomîne.

Back to top button