Aldar Xelîl: Eger pirsgirêkên demokratîkbûnê li Sûriyê çareser nebin, wê alozî bi dawî nebe

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl derbarê êrişên dewleta Tirk û hevdîtinên wan ên bi hikumeta Şamê re destnîşan kir ku bepirsiyariya parastina serweriya Sûriyê û parastina sînor, dikeve ser milê hikumeta Şamê. Xelîl da zanîn ku heta niha hikûmeta Şamê nekariye dest ji navendîbûnê berde û ev jî mijareke sereke ya nelihevkirinê ye.

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl beşdarî bernameya Rave ya Rojava Tv bû û gelek mijarên di rojevê de nirxandin.

Aldar Xelîl diyar kir ku eger pirsgirêka kurd û pirsgirêkên demokratîkbûnê yên li Sûriyê neyên çareserkirin, wê Sûriye her dem di nava aloziyan de be.

Aldar Xelîl: Divê pirsgirêkên Sûriyê di hundir de bên çareserkirin

Xelîl anî ziman ku yek ji perensîbên wan ew e ku pirsgirêkên Sûriyê di hundirê Sûriyê de bên çareserkirin û mijar ne tenê danûstandina ji bo êrîşeke demkî ya dewleta Tirk e.

Aldar Xelîl: Israra li ser navendîbûnê yek ji sedemên nelihevkirina bi hikûmeta Şamê re ye

Xelîl da zanîn ku ew hikûmeta Şamê di hin mijaran de li hev dikin, lê hin mijar hene ku heta niha li ser lihev nekirine û ya sereke jî ew e ku heta niha ew nikare dest ji navendîbûnê berde.

Aldar Xelîl: Hikûmeta Şamê berpirsyarê parastina sînorê Sûriyê û rawestandina êrişên Tirkiyê ye

Li ser erka hikûmeta Şamê ya derbarê gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê jî Xelîl destnîşan kir ku erka hikûmeta Şamê rawestandina dagirkeriya Tirk e, ji ber ku ew dikarin bi hêsanî li Saziyên fermî gilî bikin û ew berpisyarên parastina sînorê Sûriyê ne.

Aldar Xelîl: Xeteriya êrişên Tirkiyê li ser me hemûyan e, ji ber wê divê em li hev bikin

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl bal kişand ser xeteriya li ser tevahiya Sûriyê û giringiya lihevkirinê û got: “Tevî hemû tiştan divê em niha li hev bikin, ji ber ku xeterî li ser me hemiyan e.

Ev xeterî gefê li serdestiya Sûriyê û nasnameya Sûriyê jî dike.”

Back to top button