Li Çemê Oder nêzî 200 ton masiyên mirî hatin komkirin

Qirêjiya hawirdûrê, Polonya û Almanya xistiye nava metirsiyê.
Li Çemê Oder yê navbera sînorê herdû welatan de nêzî 200 ton masî mirine.
Tevî hemû lêkolînên têne kirin jî heta niha sedema mirina van masiyan ne hatiye zanîn.
Li vir ya girîng ji masiyan zêdetir, karasatên xwezyî ya rû dide ye.

Ev der Çemê Oder yê navbera sînorê Almanya û Polonya de ye.

Ji bilindahiyê ve her çiqasî xuya nake jî lê dema mirov li kêlekên çem dinêre, bi tonan masiyên mirî dibîne.

Ev karesata xwezayî çem ji bo masiyan kiriye gor.

Tevî xebatên ku ev bêtirî 10 rojanin tên kirin jî lê heta niha sedema mirina masiyan ne hatiye zanîn.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Jîngehê ya Polonyayê dayî li Oderê heta niha nêzî 160 ton masiyên mirî hatine komkirin.

Berdevkê Servîsa Agirkujiyê ya Polonyayê ji ajansa nûçeyan a Almanî dpa re axivî û got;

Heta niha 158 ton masiyên mirî hatine komkirin ku piraniya wan ji Oderê hatine derxistin.

Berdevk destnîşan kir ku di çemê Nêr ê ku ne girêdayî çemê Oderê ye jî masiyên mirî hatin dîtin.

Wezareta Jîngehê ya li bajarê Brandenburg ê li rojhilatê Almanyayê ragihand ku herî kêm 36 ton masiyên mirî hatine komkirin.

Di çem de dermanê çandiniyê hate dîtin

Di demekî ku rayedaran dibêjin di çem de mîqdara dermanê tê dîtin zêde bûye jî hîna sedema tam a mirina masiyan a komî nehatiye tespîtkirin.

Li gorî nûçeya çapemeniya Brandenburgê, di nimûneyên di navbera 7 û 9’ê Tebaxê de li navenda pîvanê ya li Frankfûrt Oderê hatine girtin, asîda ji bo tunekirina nebatên zirardar tê bikaranîn, hatiye dîtin.

Lê hat diyarkirin ku tê texmînkirin maddeya zirardar a ku hatiye tesbîtkirin ne ew qas e bibe sedema mirina masiyan.

Rayedarên Alman di 9’ê Tebaxê de ji mirina masiyên girseyî yên li Çemê Oderê agahdar bûn.

Ji ber hikumeta Polonya li ser mijarê ew agehdar nekirine jî rexne li wan kir.

Back to top button