“Berxwdana Kobanê bû sedema tek birina fikrên tundraw”

Rêveberiya Xweser a Firatê di salvegera êrişa DAIŞ′ê ya li ser Kobanê de daxuyaniyek da û got: “Berxwedana Kobanê serkeftina demokrasî û azadiyê ya ji bo hemû gelên herêmê bû.”

Daxuyanî li Qada Jina Azad û ji aliyê Hevserokê Kar û Barên Rêveber a Herêma Firatê Xalid Cerade ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Bi destpêkirina Şoreşa 19′ê Tîrmehê ve ku çirûska wê ya yekemîn li Kobanê bû, dewleta Tirk a dagirker hewl dida ku vê şoreşê bi hemû rêbazan têk bibe.

Têkçûyîna çeteyên DAIŞ′ê li kêrê dewleta Tirk nehat. Ji lewre weke planeke altarnatîf gelek herêmên Sûriyeyê dagir kir.

Di wê yekê de çeteyên Sûrî weke alaveke pêkanîna berjewendiyên xwe bi karanî. Berxwedana Kobanê ji bo gelê herêmê, têkçûna dewleta Tirk û fikra wê ya tundraw bû serkeftinek.”

Xalid Cerade balkişand li ser rola QSD’ê di tûnekirina DAIŞ’ê û ku ew tenê hêza rewa ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û ev bang kir :

“Divê hêzên navneteweyî piştgiriyê bidin QSD′ê da ku erkên xwe yên li hember têkbirina şaneyên çeteyên DAIŞ′ê û hêzên tundraw pêk bînin.”

Back to top button