Balafira bêmirov a Tirk li Minbicê li erebeyekê xist

Êrişên dewleta Tirk a dagirker bê navber dewam dikin.
Balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker li Minbicê erebeyek bombebaran kir.

Meclisa Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser êrişê daxuyanî da.

Meclisê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker erebeyeke Yekîneyên Parastina Jin bombebaran kir û ev agahî dan:

Êriş danê nivro li ser rêya herêma Hetabat ya gundewarên başûrê Minbicê pêk hat.

Duh nîvê şevê jî dewleta Tirk û çeteyên xwe gundên Şehbayê bombebarankirin.

Back to top button