Li Kobanê cenazeyê şehîd Ibrahîm Mustefa hat oxirkirin

Li Kobanê, Dirbêsiyê û Til Temirê jî bi merasîman cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin.
Li navçeya Tirbespiyê jî 38 cangorî hatin bi bîranîn.

Şêniyên bajarê Kobanê ji bo oxirkirina cenazeyê endamê Asayîşê Ibraîm Mustefa li goristana şehîdan kom bûn.

Şehîd Ibraîm Mustefa 11 Çileya 2024’an li Kobanê ji ber nexweşiyê şehîd bû.

Di merasîman de sersaxî ji malbatê re hate xwestin û soza şopandina riya şehîdan hate dayîn.

Dirbêsiyê-Cenazeyê şehîd Hisên El Hesen hate oxirkirin

Li Dirbesiyê jî merasîma oxirkirina şervanê QSD şehîd Hisên El Hesen hebûn.

Hisên El-Hesen 10 Çileya 2024’an dema li ser erka xwe bû şehîd bûbû.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:

“Şehîd di wijdanê me de sax in.”

Dawiyê wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Til Temir-Şehîd Rustem Til Temir hat oxirkirin

Her wiha Şêniyên navçeya Til Temirê jî, ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ş. Rustem Til Temir li goristana Şehîdan kom bûn.

Şervanê QSD Rustem Til Temir 10’ê Çileyê li navçeya Til Temirê dema erka xwe bi cih danî şehîd bû.

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Mihemed Seîd El Ehmed axivî û got:

“zêdeyî 10 sal in di oxira vê axê de me bi hezaran şehîd da.

Ji bo parastiya destkeftiyan, em amade ne fedakariyên din jî bidin.”

Piştî axaftinan ,wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Xelkê Tirbespiyê şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê bi bîranîn

Ev der jî navçeya Tirbespiyê ye..

Li vir jî Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê 38 cangoriyên ku di mehên Mijdar û Kanûnê de şehîd bûne birîranîn.

Di merasîma bîranînê de, sînevizyonek têkildarî şehîdan û têkoşîna wan hate pêşan dan.

Ç

Back to top button