Çeteyan jineke Efrînî li Ezazê revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk li Efrînê bê navber dewam dikin.
Çeteyan jineke Efrînî li Ezazê revandin.
Ji ber şerê di navbera çeteyan de jî li gundê Tirindê, jinek birîndar bû.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, çeteyên dewleta Tirk jina bi navê Hemrîn Ibrahîm ya 29 salî ji navçeya Raco, dema dixwst derbasî Tirkiyê bibe, ew li Ezazê revandin.

Hate ragijhandin Hemrîn dema gihişt benda kontrolê ya çeteyan ya li Ezazê, agahî jê qut bûn.

Di vê navberê de , ji ber şer û pevçûnên di navbera çeteyan li gundê Tirindê yê Efrînê jina bi navê Sultana Sîdo birîndar bû.

Li aliyekî din Ev demeke dronên dewleta Tirk li ser kantonên Efrîn û Şehbayê digerin.

Beriya du rojan dronek dewleta Tirk li gundê Şewarxa yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ket xwarê.

Back to top button