Di encama êrişa dewleta Tirk û PDK’ê li ser gerîla kir 2 gerîla şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn

Li herêma Xelîfanê ya li Başûrê Kurdistanê artêşa Tirk ji hewayî ve PDK jî ji bejahî êrişê komeke gerîla kirin.
Di êrişa PDK û artêşa Tirk de 2 gerîla şehîd bûn, 3 jî bi birîndarî dîl ketin destê PDK’ê de.

Her ku dewleta tirk li dijî gerîla têk diçe û derbên giran dixwe, PDK diçe hewara wî.

Rê jê re çêdike, îstîxbaratê didê û gerîla şehîd dixe.

Dîsa PDK’ê xiyaneta xwe nû kir.

Bûyerên 26’ê Tîrmehê û şeva 28’ê Tebaxa sala çû dubare dike.

Doh dîsa li herêma Xelîfa PDK’ê û artêşa Tirk êrişî gerîlayan kirin.

Ajansa Roj News ê derbarê vê yekê de ev agahî parvekirin:

“Komek gerîla ku ji 5 kesan pê dihat li herêma Xelîfanê dixwestin ji herêmekê drbasî yekê din binin.

PDK’ê agahî li ser van gerîlayan da dewleta Tirk û wê jî bi balafiran êriş kir.

Di encama êrîşa ezmanî de du gerîla şehîd bûn û 3 gerîla jî xwe xilas kirin.

PDK’ê her 3 gerîla dorpêç kir û hewl da wan dîl bigire.

Lê gerîla qebûl nekirin xwe radest bikin û bersiva êrişên PDK’ê dan.

Di encamê de her 3 gerîla birîndar dibin û dikevin destê çekdarên PDK’ê.”

PDK’ê li xiyaneta xwe mukur hat.

Û ragihandina wê eşkere kir ku 2 gerîla birîndar ketine destê PDK’ê de.

Heya niha HPG derbarê êrîşa PDK-artêşa Tirk de ti daxuyaniyekî ne daye.

Şeva 28’ê Tebaxa 2021’an PDK’ê dîsa li heman deverê 7 gerîla xistin kemînê û şehîd xistin.

26’ê Tîrmeha heman salê jî, li herêma Xelîfanê PDK’ê komek gerîla gulebaran kir û 3 gerîla şehîd bûn.

Back to top button