
Jinên ku mîrateya Xwişkên Mîrabal dewam kirin, li her deverê cîhanê bi têkoşîna xwe qadên berxwedanê mezin kirin.
Gelek sazî, rêxistin û tevgerên jinan li dijî tundiya li hemberî jinê gotinên xwe kirin yek û li qadan xwedî li mîrateya Xwişkên Mirabalan derketin.
Li Komara Domînîkê, 3 jinan Tevgera Guherîna Civakî li hemberî dîktatoriya Trujillo ku bi awayekî faşîzt êrişî gel û kedkaran dikir, qebûl nekirin û serî hildan.
Her 3 jin wekî ”Xwişkên Mîrabel” hatin binavkirin.
Xwişkên Mîrabel, di vegera girtîgehê de ji aliyê hêzên dîktator Trujîllo bi zorê ji erebeya wan hatin daxistin û rastî destdirêjiyê hatin, piştra bi rengekî hovane hatin kuştin.
Li ser kuştina her 3 jinan re 60 sal derbas bûn.
Piştî vê yekê di sala 1981’an de li Kolombiyayê Komcivîna Jinan a Jinên Amerîkaya Latîn hat lidarxistin.
Di komcivînê de biryara Roja 25’ê Mijdarê bibe Roja Piştevaniya Navneteweyî û Têkoşîna Li dijî tundiyê hat dayîn.
NY’î jî di sala 1999’an de 25’ê Mijdarê wekî Roja têkoşîna navneteweyî ya li dijî tundiya li ser jinê ragihand.
Xwişkên Mîrabal hatin kuştin lê gotin û hewldanên wan ji jinan re wekî mirateyek ma.
Ji wê rojê heta îro li tevahiya cîhanê her 3 xwişk wekê “Perperok” hatin binavkirin.
Di 25’ê Mijdarê de jinan bi dirûşmên xwe dadikevin qadan û daxwazên xwe tînin ziman.
Jin bi têkoşîna xwe gelek destkeftî bidestxistin, ji wan jî ev in…
1962’an ji hêla YNî vê Peymana ‘Erêkirina zewacê, temenê zewacê û zewacên ku derbasî qeydan bibin’ hat qebûlkirin.
1975-1985’an li gelek welatan, di çarçoveya ’10 sal wekî sala jinê’ de mijarên jin hatin destgirtin.
1979’an ji hêla Konseya Ewropayê ve cara yekem Komîteya Wekheviya di Navbera Jin û Mêran de hat avakirin.
2006’an Endamên Konseya Ewropayê bi tevlîbûna saziyên sivîl ên civakî dest bi Kampanyaya Têkoşîna li Dijî tundiyê ya di Nava Malbatê de kir û hat 2008’an kampanya berdewam kir.