Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê, ji bo avakirina yekitiya neteweyî û pêşxistina aştiyê, laçikên xwe avêtin erdê û daxwaza yekitiyê kirin.
Parlamenterên HDP’ê Dersîm Dag û Remziye Tosûn beşdarî daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî ji aliyê Dayika Aştiyê Naciye Yîgît ve hat dayîn.
Naciye Yîgît, diyar kir ku divê di her parçeyên Kurdistanê de hemû kurd bibin yek û ev bang kir:
“Banga me ew e ku bila ew şer raweste. Reş û spîtiya kurdan tune ye. Em banga yekitiyê dikin, banga aştiyê dikin.”
Dayikên aştiyê jî bi tilîliyan laçikên xwe avêtin erdê û ev peyam dan:
“Em banga aştî û mirovahiyê dikin. Em êdî xwişk û birakujiyê nexwazin.”