KCK: PKK destaneke vejîna netewî û dîroka hêz û îradebûna gelê Kurd e

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera 42’an a damezrandina PKK’ê daxuyaniyek da û diyar kir PKK destaneke vejînê ya netewî ye, dîroka hêz û îradebûna gelê Kurd e. KCK’ê got,
“PKK’ê, gelê Kurd ku li cîhanê weke yê herî paşmayî dihate dîtin, kir gelê herî şoreşger ê pêşketî.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera damezrandina PKK’ê daxuyaniyek da.

KCK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de salvegera 42. ya PKK’ê li Rêber Ocalan, gelê Kurdistanê, berxwedêrên li zîndanan û gerîla pîroz kir û şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîranî.

KCK’ê diyar kir PKK destaneke vejînê ya netewî ye, dîroka hêz û îradebûna gelê Kurd e û got,

“PKK’ê, gelê ku li cîhanê weke yê herî paşmayî dihate dîtin, kir gelê herî şoreşger ê pêşketî.”

KCK’ê da zanîn Kurd niha weke gelê herî demokratîk şoreşger yê cîhanê tê dîtin û destnîşan kir, sedema vê yekê jî li ser bingeha paradîgmaya ekolojîk- demokratîk û azadîparêziya jinê ya Rêber Apo xwedî têkoşîna îdeolojîke.

KCK: Pêşeroja Rojhilatanavîn wê bi têkoşînê diyar bibe

“Azadiya jinê bingeha berfirehbûn û kûrbûna demokrasî û azadiyan e. Rêbertî ku bi vê hişmendiyê îdeolojiya azadiya jinê afirand û li ser vê bingehê enerjiya demokratîk-şoreşger a jinên Kurd eşkere kir û gelê Kurd veguherand gelê herî demokratîk-şoreşger yê cîhanê.”

KCK’ê di dewama daxuyaniyê de diyar kir gelê Kurd bi têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya PKK’ê dimeşîne, wê ne tenê xwe azad û demokratîk bike, di heman demê de wê deriyê demokratîkbûnê jî li Rojhilata Navîn heta dawiyê veke.

KCK’ê da zanîn pêşeroja Rojhilata Navîn wê bi vê têkoşînê diyar bibe û got;

“Têokşîna 42 salan a PKK’ê û nirxên ku afirandiye, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn veguheriye hêza demokrasî û azadiyê. Rêber Apo ku bûye rêberekî Rojhilata Navîn îro rê datîne pêşiya têkoşîna azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn. Rêber Apo bi fikir û paradîgmaya xwe bûye rastiya civakê, rêberê gelan. Yek ji encamên herî girîng û mezin ên têkoşîna 42 salan a PKK’ê ev e.”

KCK: Hemû zor û zehmetî ji bo PKK’ê sedema têkoşînê ye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir PKK’ê bi têkoşîna xwe ya 42 salî mêtingeriya qirker ku li ser Kurdan tê rêvebirin teşhîr kiriye, êrîşên heyî pûç kiriye û wiha dewam kir;

“Dewleta Tirk a mêtinger û qirker zehmet e ku li ser Kurdan pergala mêtingeriya qirker dîsa ava bike û armancên xwe pêk bîne. Dema ku têkoşîn bi biryardarî were domandin mêtingeriya qirker wê were têkbirin. Têkoşîna ku gelê Kurd wê bi ser bikeve.”

KCK’ê da zanîn hemû zor û zehmetî ji bo PKK’ê sedema têkoşînê ye û got;

“Têkoşîna ku li ser xeta PKK’ê hatî kirin, di sala 43’an a PKK’ê de jî, wê faşîzma AKP-MHP’ê têk bibe. Li ser xeta Rêbertî têkoşîna li dijî vê faşîzmê di sala 43’yan a têkoşînê de, wê Kurdistana Azad, Tirkiyeya Demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk pêk bîne.”

KCK’ê bang li gel, jin, ciwan û hêzên demokrasiyê kir ku di sala 43’an ya PKK’ê de têkoşîna li dijî faşîzmê bilind bikin.

Back to top button