Li Helebê şehîd Mihemed Ereb hate oxirkirin

Şêniyên Dêrazorê û Helebê bi merasîmên girseyî şehîd Ebû Ereb û Mihemed El Îsa oxirkirin.

Bi sedan şêniyên taxên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û şervanên YPG û YPJ′ê bi merasîmekê şehîd Mihemed Ereb oxirkirin.

Di mersasîmê de soza şopandina rê ya hat şehîdan dayîn.

Şêniyên Dêrazorê şehîd Mihemed Raşid El Îsa oxir kir

Li Dêra Zorê jî şervanê erka xweparastinê Mihemed El Îsa ku dema li ser erka xwe bû şehîd bûbû, hat oxirkirin.

Bi sedan şêniyên bajêr, QSD, Rêveberiya Xweser û endamên saziyên sivîl û leşkerî tevlî merasîmê bûn.

Di merasîmê de saza şopandina xeta şehîdan hat dayîn.

Piştre wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Back to top button