“Bi rêzefilmên Tirkî hewl didin bêrêziyê li hemberî Kurdan bikin”

Rêzefilmên Tirkî di hinek televziyonên Başûrê Kurdistanê de tên weşandin, bandorek neyênî li ser jiyana malbat û civaka Başûrê Kurdistanê çêdike.
Armanca sereke ya dewleta Tirk ji van rêzefilman, tinekirina çanda Kurdî ye.
Herwiha derûnasek balê dikşîne mijarê û dibêje,”Rêzefilmên Tirkî plan e û armanc lewazkirina hestên netewî di nava Kurdan de ye.”

Dewleta Tirk a dagirker çawa dixwaze bi rêya leşkerî, siyasî û aborî xaka Kurdistanê dagir bike, bi heman awayî hewl dide bi rêya çand û hunerê jî dagirkeriya xwe bi rêya rêzefilman dewam bike.

Jina ciwan Jiya Hekîm derbarê ziyanê rêzefilmên Tirkî de wiha axivî:

“Ez qet rêzefilmên Tirkî temaşe nakim, ew dizanin em gelekin û ji wan baştirin.

Ciwanên me ji yên wan bihêztirin, ji bo vê bi rêya rêzefilmên Tirkî hewl didin bêrêziyê li hemberî me Kurdan bikin.”

Jiya Hekîm da zanîn ku hêza hunerî ya Kurdan ji ya wan gelek bihêztire, eger lê were temaşekirin, Tirkan gelek tiştên xwe ji Kurdan girtine.

Hemîn Letîf: Divê sînorek ji bo rêzefilman bê dayîn

Derûnas Hêmin Letîf jî li ser bandora neyênî ya rêzefilmên Tirkî dibêje;

“Hemû rêzefilmên biyanî, ziyanek mezin dide çand, huner û civaka me.

Ji ber ku rêzefilm bandorê li ser derûniya kes û civakê çêdike.

“Rêzefilmên Tirkî hestên netewî lewaz dike”

Mixabin hê jî sînorek ji bo rê li rêzefilman tirkan nehatiye dayîn.

Divê kanalên televziyonê hemû rêzefilman neweşînin.”

Derûnas Letîf diyar kir ku rêzefilmên Tirkî bi plane û armanca wê ewe ku hestên netewî di nava Kurdan de lewaz bike.

Back to top button