Konferansa Jinan ya li Lubnanê di roja 2. de didome

Di panela 2’emîn ya Konferansa Ezmûnên Tevgerên Jinan a Jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê de jinan behsa giringiya sîstema hevserokatiyê kirin. Roja yekemîn a konferansa jinan bidawî bû.

Bi dirûşmeya ‘Li ser şopa Jin, Jiyan, Azadî’ konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa, li Beyrûta paytexta Lubnanê tê li darxistin.

Konferans ji aliyê Komeleya Jîn ya Jinan, Komeleya Newroz ya civakî û Înîsiyatîfa Nûn ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye organîzekirin.

Ji Tunis, Ûrdûn, Iraq, Lubnan, Sûdan, Tirkiye, Filistîn, Misir, Sûriye û Îranê, herwiha ji Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyê 80 delegeyên nûnerên saziyên jinan beşdarî konferansê bûne.

Di panela 2’emîn de jinan behsa ‘Ezmûna jinên ji bo rizgarbûna ji qeyrana heremê’ kirin.

Di rûniştina duyemîn de çalakvana siyasî û ya femînîst Neslîhan Acar bal kişand ser rola pergala hevserokatiyê di demokrakirina siyasetê de û got:

Lêgerîna li heqîqetê xwe dispêre azadiyê û Rêber Abdullah Ocalan kesê yekemîn bû ku ev fikir pêş xist.

Li cîhanê temsîla jinan di şaredarî û parlamentoyan de ji sedî derdorî 18 pêk hatiye, lê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ev rêje pêk nehatiye.

Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriye ya Demokratîk Îlham Ehmed jî behsa serhildana şoreşa jinan li Bakûr û Rojhilatê Sûriye kir û wiha anî ziman:

“Jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriye pêşengtiya şoreşê li dijî rêxistina herî metirsîdar ya terorê kirin.

Tevî vê jinan li Bakûr û Rojhilatê Sûriye di hemû qadan de ji rêjeya sedan 50’î tevîl li xebatan bûn.

Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk ya Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sîham Reşo jî diyar kir ku jinên Êzîdî piştî Fermanê rêxstinbûna xwe avakirin û di her aliyî de xwe perwerde kirin.

Berpirsa Komîteya Têkiliyên Derve ya Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rozerîn Kamanger destnîşan kirin ku piştî serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê civak xwe bi xwe birêve dibe.

Back to top button