Konferansa “Zincîra Bêdengiyê”

Duh li sûra Amedê Tevgera Jinên Azad (TJA) konferansa bi navê “Zincîra Bêdengiyê: Rûxandina Dîwarên li Dora Girtiyên Siyasî” li darxist. Di konferasê de hin mijarên serkek wekî tecrîda li îmraliyê, rewşa jinan û têkoşîna wan hat niqaş kirin. Konferas dê îro jî bi nîqaşên berfireh bi dawî bibe.

Tevgera Jinên Azad (TJA) ku li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê xebatan dimeşîne duh konferansa bi navê “Zincîra Bêdengiyê: Rûxandina Dîwarên li Dora Girtiyên Siyasî” li darxist.

Konfirans li oteleke li navçeya Sûr a Amedê bi tevlîbûna gelek kesên ji qadên herêmî û navnateweyî hat li darxistin û dê îro jî dewam bike.

Di Konferansa de tecrîd, rewşa girtiyan, binpêkirinên mafan û rewşa jinan hat niqaşkirin.

Derbarê tecrîda li Îmraliyê hat gotin, Ji bo tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan rabe divê tokoşîneke berfireh bê meşandin.

Di serî de jin divê asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Ji ber heta rêber Abdulh Ocalan azad nebe jin azada nabin.

Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, di konferansê de mijara bi sernavê “Îhlalkirina mafê tenduristiyê ya girtiyên jin ên siyasî û têkoşîna jinên girtî” pêşkeş kir û got:

‘Helwestên bibin sedema nebaşbûna tendirustiya kesan ‘êşkence ye’.

Parlamentera berê ya Îrlandayê Martîna Anderson jî tevlî li konferasê bû.

Martîna Anderson: Doza azadiya jinê doza azadiya civakê ye

Martîna Anderson li wir axivî, balkişand ser azadiya jinê û got:

“Doza azadiya jinê doza azadiya civakê ye û doza azadiya civakê jî doza azadiya jinê ye.

Îdeolojiyên newekhev, hiyerarşik û tundiyê ku ji aliyê pergala desthilatdariya mêr ve tê avakirin û domandin, wê bi dawî bibe.

Ji ber ku jinên têkoşer dê li her qadê serî li ber vê pergala kirêt rake û li ber xwe bide.”

Fîgen Ektî: Jin li her devera cîhanê li ber xwe didin

Aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî jî bakişand ser têkoşîna jinan û wiha anî ziman:

Jin li her devera cîhanê li ber xwe didin.

Hem li nava refên azadiyê, hem li derve hem jî li sirgûnê.

Şoreşa Rojava li hemû cîhanê olan da û ev bû nîşaneya serhildana jinan.

Konferas bi nîqş û dayina panelan di roja duyem de dewam dike.

Back to top button