Li Reqayê semînerek li ser şehîd Sakîne Cansiz hate dayîn

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Reqayê der barê şehîd Sakîne Cansiz de semînerek da. Di semînerê hate gotin ku dewletên kapîtalîst jinên şoreşger ên banga azadiyê dikin hedef girtin.

9`ê Çileyê salvegera Komkujiya Parîsê bû ku îstixbarata dewleta Tirk a dagirker sala 2013`an pêşenga Tevgera Rizgariya Kurdistanê Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê şehîd kirin.

Bi vê armancê komîteya tenduristiyê ya Reqayê semînerek derbarê Şehîd Sakînr û herdû rêhevalên wê dan.

Di semînerê de endamên Komîteya Tenduristiyê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Tebqayê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Yekitiya Jinên Ciwan, amade bûn.

Endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya Jiyan Dêrik semîner da.

Jiyan Dêrik: Erka şehîd Sakîne birêxistinkirina jinan bû

Jiyan Dêrik diyar kir ku heval Sara bi têkoşîn û berxwedana xwe bû sembol ji bo tevahî jinan û got:

Her sedsalek xwedî kesayetên pêşeng in ku dîrokê didin guhertinin.

Sedsala 21 ê jî sedsala azadiya jin bû û heval sara pêşengtiya wê dikir.

Di nava têkoşîna azadiyê de rola heval Sara sereke ye.

Jiyan dêrik anî ziman ku têkoşîna heval Sara ji destpêka damezrandina tevgera azadiyê ve dest pê heta şahadetê jî dewam kir.

Jiyan Dêrik di dawiya axaftina xwe de tevahî şehêdên tevgera azadiyê bi rêzdarî bi bîranîn û soza pêkanîna xeyalên wan da.

Back to top button