Polîsên Tirk li Mîdyadê ciwanekî Kurd kuştin

Li Mîdyada Mêrdînê polîsên Tirk duh li nava sûkê gule li ciwanekî Kurd barandin û ew kuştin. Xizm û malbata Kara nerazîbûn nîşandan û diyar kirin ew ê dest ji vê buyerê bernedin. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar nerazîbûn nîşanî buyerê da û got, “Kuştina Adem Kara bi neçareserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye.”

Polîsên dewleta Tirk duh li navçeya Mêrdînê Mîdyayê li nava sûka heywanan gule li ciwanekî Kurd yê bi navê Adem Kara yê 21 salî reşandin.

Ciwanê ku bi giranî birîndar bû birin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê û ji ber ku rewşa wî giran bû sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê kirin.

Karayê li Nexweşxaneyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Xizmên Kara, diyar kirin ku derbarê Kara de tu biryara girtinê tune bûye, lê ji ber ku nû ji girtîgehê derketiye dibe ku ji tirsa reviyabe û gotin, dê dest ji vê bûyerê bernedin.

Hevserokê giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar: Kuştina adem kara bi neçarserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar piştî mitînga aştiyê ya duh a li Silopiya Şirnexê derbasî Mêrdînê bû û li kolana dîrokî ya Mêrdînê serdana dikandaran kir.

Piştî serdanê Sancar axivî û bal kişand ser kuştina ciwanê bi navê Adem Kara û wiha got:

“Bûyerên bi vî rengî her tim li herêmê diqewimin. Êrişkirina polîsan û maşîneyên zirxî dibin sedema kuştina zarokan û heta kal û pîran.

Ev kuştinên bi vî awayî rasterast bi neçareserkirin pirsgirêka kurd ve girêdayî ne.

Lewra li hember pirsgirêka kurd zîhniyeta ewlehîparêz heye. Polîs û leşkerên van kuştinan dikin, di wê baweriyê de ne ku dê bêceza bên hiştin.

Polîtîkaya bêcezahiştinê bûyerên bi vî rengî zêdetir dike.”

Sancar diyar kir heta ku berpirsiyar bên darizandin û bûyer ronî bibin ew ê li her qadê van bûyeran bişopînin.

Back to top button