Ciwanên li Parîsê li dijî tecrîdê meşiyan

Ciwanên li Parîsa Fransayê bi meşekê tecrîda giran a li ser Rêber Apo şermezar kirin. 

Tevgera Ciwanên Şoreşger li Evry û Drancy yên paytexta Fransayê Parîsê li dijî tecrîdê meşiyan.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hat dayîn û têde tecrîda li ser Rêber Apo hat şermezarkirin û ev tişt hat gotin:

”Bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo aştî dikare were Kurdistanê û Rojhilata Navîn, bidawîkirina tecrîdê bidawîkirina polîtîkayên şer e.

Her wiha di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku wê ciwanên Kurd tecrîdê û êrîşên qirker ên dewleta Tirk li dijî Kurd qebûl nekin.

Back to top button