Parlamentoya Iraqê îro ji bo hilbijrartina serokkomar dicive

Serokatiya Parlamentoya Iraqê ragihand ku wê Îro Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomarê Iraqê bicive.

Di 7’ê Sibatê de biryar bû serokomar were hilbijartin, lê wê demê ji ber nakokiyan civîn pêk nehat.

Serokatiya Parlamentoya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê îro Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomarê Iraqê bicive.

Li gorî daxuyaniyê civîna parlamentoyê tenê li ser hilbijartina serokkomar e û wê civîn di saet 11.00’an de destpê bike.

Serokê parlamentoya Iraqê wê serdana Îranê bike

Serokê Parlametoya Iraqê Mihemed Helbûsî wê sibe ji bo hilbijartina Serokkomarê Iraqê, serdana paytexta Îranê Tehranê bike.

Mihemed Helbusî bi vexwendina Serokê Parlamentoya Îranê bi şandeyekê diçe Îranê.

Back to top button