Li bajarê Minbicê merasîma sersaxiyê ya Şervanê HPG’ê Salih Tewfîq hate lidarxistin.
Her wiha li Şehba, Minbic û Reqayê şehîd Viyan Soran hate bibîranîn.
Li bajarê Minbicê merasîma sersaxiyê ya Şervanê Hêzên Parastina Gel HPG’ê Şehîd Ciwan Minbic binasnav Salih Tewfîq El Maşî hate lidarxistin.
Malbata gerîla Ciwan Minbic diyar kir ku êrişên bi çekên kîmyewî jî berxwedana me asteng nake û li ser şopa her şehîdekî bi hezaran şervanên azadiyê derdikevin.
Şehîd Viyan Soran li şehbayê hat bibîranîn
Meclisa Jin a Meclisa Malbetên Şehîda Efrîn-Şehba Viyan Soran bi bîr anîn.
Leyla Walî Huseyin bi nasnav Viyan Soran 2’ê Sibata 2006’an bi boneya salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêber Apo bedena xwe da ber agir.
Şoreşger û pêşenga jina Kurd Viyan Soran di salvegera 18. a çalakiya xwe de, ji aliyê Meclisa Jin a Meclisa Malbetên Şehîda ya Efrîn-Şehba hat bi bîr anîn.
Çalakiya bîranînê li Kampa Serdem a navçeya Ehdas a Şehbayê pêk hat.
Di çalakiyê de, nameya şehîd Viyan hat xwendin û piştre sînevizyonek derbarê wê de hatî amadekirin hat pêşandan.
Çalakî bi diruşmeya “Şehîd namirin”,”Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.
Li Minbic û Reqayê şehîd Viyan Soran hate bibîranîn
Jinan li kantona Reqa û Minbicê jî şehîd Viyan Soran bi çalakiyên cuda bi bîr anîn.
Di çalakiyan de bi dehan jin, şênî, siyasetmedar, endamên saziyên civaka sivîl û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk amade bûn.
Beşdaran soz da ku rêya şehîd Viyan Soran û şehîdên azadiyê dewam bikin.
Di dawiyê de mûm li ber wêneyên şehîd Viyan hat pêxistin.