Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi hevkariya PDK’ê û bikaranîna çekên qedexekirî li dijî gerîla, rastî nerazîbûnan tê.
Meclisên malbatên şehîdan ên kantona Cizîrê bang kirin ku helwesteke cidî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker bê nîşandan.
Meclisên malbatên şehîdan ên kantona Cizîrê bi daxuyaniyên cuda li Qamişlo, Tirbespiyê, Til Koçer û Til Hemîsê êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê û bikaranîna çekên qedexekirî, şermezar kirin.
Şênî, nûnerên partî û saziyên sivîl ên her bajar û navçeyan tevlî wan çalakiyan bûn.
Malbatan, êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîla hatin şermezarkirin.
Her wiha bang li partî û hêzên siyasî hat kirin ku helwesteke cidî û hevgirtî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker nîşan bidin.
Bertekên dijî êrişên kîmyewî û bidarvekirina her 4 ciwanan li Îranê