Li dijî Komloya Navnetewî daxuyanî û semîner hatin dayîn

Bi nêzîkbûna salvegera Komloya Navnetewî ya li dijî Rêber Apo çalakî têne lidarxisin.
Ji Şehba heta Til Hemîsê, bi çalakiyên curbecur komploya navnetewî hat şermezarkirin.

Bi armanca şermazkirina komplo û tecrîda li dijî Rêber Apo li gelek deverên herêmê çalakî hatin lidarxistin.

Rêveberiya Xweser a Efrîn-Şehbayê daxuyaniyek da û komploya li dijî Rêber Apo şermezar kir.

Rêveberiya Xweser wiha got:

“Sîstema cîhanê ya hegemon bi pêşengiya Amerîka, Ewropa û gelek dewletên din li dijî Rêber Apo komplo pêk anîn.

Di salvegera 25’emîn a komployê de em berxwedana dîrokî ya Rêber Apo pîroz dikin, vê berxwedanê vejîneke nû ji bo mirovahiyê bigiştî û gelê Kurd kir diyarî.

Di bin dirûşma “Azadî ji Rêber Apo re çareserî ji pirzgirêka Kurd re” Însiyatîfa Sûriyê Ji Bo Azadiya Rêber Apo li Helebê civînek derbarê Komploya 15’ê Sibatê de lidar xist.

Di civînê de hate gotin:

“Hêzên hegmon fikrên Rêber Apo li ser xwe xeteriyek dîtin, ji lewra ev komplo pêk anîn.

Tecrîda giran jî beşek ji komployê ye.”

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Sivîl û Komîteya Parêzeran ên Tebqayê jî bi daxuyaniyên cuda komplo şermezar kirin û wiha gotin:

“Em bang li aliyên hiqûqî, mirovî, navnetewî û mafên mirovan dikin ku bi erkên xwe rabin û tecrîda li dijî Rêber Apo bi dawî bikin.”

Meclisa Navçeya Til Hemîsê jî derbarê heman mijarê de semînerek li dar xist.

Di semînerê de hate destnîşankirin ku Rêber Abdullah Ocalan projeyeke demokratîk pêşkêş kir ku mafên tevahî pêkhateyan dabîn dike.

Her wiha beşdarên semînerê jî diyar kirin ku ew ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo têkoşîna xwe dewam bikin.

Dawiyê sînvisyonek têkildarî komployê de hate pêşandin.

Back to top button