Bertekên dijî êrişên kîmyewî û bidarvekirina her 4 ciwanan li Îranê

Gelê herêmê bi daxuyanî û çalakiyên cuda êrişên kîmyewî yên li dijî gerîla û bi darvekirina her 4 ciwanên Kurd li Îranê şermezar kirin.
Di çalakiyan de hate gotin: “Kes nikare vîna me bişkîne em ê bi her awayî li pişta hêzên xwe bin.”

Bi hezaran xelkê Kobanê li hember bikaranîna çekên kîmyawî li dijî gerîla û li dijî darvekirina her çar ciwanên Kurd li Îranê daketin qadan.

Di meşê de bêdengiya hêzên navnetewî li hember van kiryarên hovane hat şermezarkirin

Li ser navê hevserokê Desteya Jîngehê Arif Balî axivî û got:

“Êrişên bi vî rengî tu carî me lawaz nakin, em ê her kêlî li pişt gerîlayên xwe bin.”

Li Eyn Îsayê jî Meclisa Kantona Girê Spî li pêşiya avahiya meclisê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Îranê ya li dijî gel û darvekirina 4 ciwanên Kurd hatin şermezarkirin.

Nivîsgeha Jinan a Meclisa Edaleta Civakî ya Dêrazorê jî daxuyaniyek da.

Endamên meclisê, saziyên sivîl, xwecih û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de kiryarên dewleta Îranê hat şermezarkirin û bang li rêxistinên mafên mirovan hat kirin bi erkên xwe rabin.

Li kantona Cizîrê jî bi daxuyaniyan êrişên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla hatin şermezarkirin.

Meclisên Malbatên Şehîdan ên Hesekê, Dirbêsiyê, Til Birak, Til Temir û Çil Axa daxuyaniyeke hevbeş da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Em êrişa kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker ku bi hevkariya PDK’ê êrişî gerîla kir şermezar dikin.

Ev êriş, delîla bêçaretiya dewleta Tirk a li hember vîna gerîla ye.”

Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û yên NY`yê jî ya li hember van kiryaran hate şermezarkirin.

Her wiha Kongra Star a navçeya Amûdê jî daxuyaniyek da û bang li PDK`ê kir ku dev ji siyasetên xwe yên dijminane yên li dijî gerîlan û birayên xwe berde û parastina destketiyên xwe bike.

Back to top button