Emerîka: Sedemên xetimîna li Cenevê, rejîma Esed e

Berdevka Wezareta Derve ya Emerka Morgan Ortagus diyar kir ku sedema binketina danustandinên komîteya destûra nû ya Sûrî rejîma Sûrî ye.

Morgan Ortagus têkildarî hevdîtinên ku beriya hefteyekê ji bo komîteya destûr nû ya Sûrî li Cenevê despêkiribûn daxuyaniyek nivîskî da.

Ortagus di daxuyaniyê de got:

Emerîka, piştevaniya xebatên avakirina distûreke nû ya Sûrî ku ji aliyê Sekreterê giştî yê NY û nûnerê NY yê li Sûrî Geir Pederson ve tê meşandin dike.

Şertên ku rejîma Esed derdixe pêş, xebatê asteng dike.

Berdevka Wezareta Derve ya Emerîkayê da zanîn ku tenê biryara Parastinê Konseya NY ya 2254’an bi tena serê xwe kêm dimîne û divê li tevahiya welat şer were rawestandin.

Her weha anî ziman ku ji bo hilbijartina li welat jî divê rewşa li herêmê asayî bibe.

Leave a Reply

Back to top button