Talîbanê pergalên mûzîkê şewitand

Talîban civaka Efxan difetirsîne.Piştî girtina dikanên xweşikirinê, vê carê pergalên mûzîkê şewitand. Ev yek jî bi îdiaya bêexlaqî pêk anî.

Serokê Wezareta Pêşxistina Fezîlet û Pêşîlêgirtina Bêexlaqiyê yê Talîbanê Ezîz el-Rahman el-Muhacir mohra xwe li bin vê bêaliyê da.

El Muhacir bi hinceta “Pêşvebirina mûzîkê dibe sedema bê-exlaqî û lêdana muzîkê ciwanan xera dike” li parêzgeha Heratê ya rojavayê welat pergalên mûzîkê şewitand.

Ji dema ku rejîma Talîban Tebaxa 2021’an hat ser desthilatê, qedexeyan li ser civakê ferz dike.

Amûrên muzîkê yên ku ji salonên dawetan ên li seranserê parêzgeha Heratê hatibûn komkirin, bi tevahî hatin şewitandin.

Di nav amûrên mûzîkê yên ku hatin şewitandin de gîtarek, ahengek, du amûrên din ên têl û tebla (cureyekî defê) û hoparlor bûn.

Di armanca despêkê ya rejîma talîbanê de zexta li ser jinan heye.

Jin tenê ger beden û rûyê xwe veşêrin dikarin derkevin derve.

Her wiha ji keç û jinan re destûr nehat dayîn ku biçin dibistan, zanîngeh, park, hemam û salonên werzîşê.

Sêşema borî, bi hezaran salonên bedewiyê li seranserê welêt bi hinceta ku li dijî Îslamê ne hatin girtin.

Back to top button