Şêniyên li Şehba roja Zimanê Kurdî pîroz kirin

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Kantona Efrîn û Şehbayê bi boneya Roja Zimanê Kurdî ku 15’ê Gulanê ye, şahiyek li Kampa Vegerê ya navçeya Şêrewa li dar xist.

Bi sedan endamên KPC-D û şêniyên navçeya Şêrawa li qada Kampa Veger a navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî kom bûn.

Di serî de endamê Meclisa Navçeya Şêrawa Henîf Seydo Roja Zimanê Kurdî li tevahiya gelê Kurd û koçberan û li Rêber Apo pîroz kir.

Piştre stran hatin gotin û komên govendê hunerên xwe pêşkêş kirin.

Back to top button