Jina bi navê Mart bi ola xwe bawar bû, ji bo wê serî netewand

Yek ji gundê ku di van demên dawiyê de buye hedefa êrişên dewleta Tirk û çeteyênwê gundê Til Cuma yê Asûrî yê li Til Temirê ye.
Jina bi navê Meryem Xano ya Sûryanî ya 76 salî dibêje, ji ber êrişên dewleta Tirk ne gund û ne jî dêr maye ku ew rojên xwe yên taybet û yên olî bi bîr bînin.

Gundê Til Cûma “Helemon” ê girêdayî navçeya Til Temirê ji xweştirîn gundê li qiraxa Çemê Xabûrê ye.

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re pêla koçberiyê despêkir û jimara şêniyên gundê Til Cûma kêmbû.

Lê bi êrişên çeteyên DAIŞ’ê re para herî zêde gelê Aşûrî kişand.

Pêla koçberiyê ya duyemîn dest pê kir û vê carê jimara kesên ku koçber bûn pir zêde bûn.

Gundê Til Cûma xwedî taybetmendiyeke dîrokî ye.

Dêra gund a bi navê ‘Mart Şimonî’ hîn zêdetir cudahiya wê dide nîşandan.

Derbarê êriş û kevnariya Dêra Mart Şimonî jina bi navê Meryem Xano ya 76 salî axivî.

Meryem Xano ya Sûryanî qala çîroka Dêra Mart Şimonî ya ku li wir merasîmên xwe yên olî li dar dixin kir û got:

Dêra me bi navê Bênîşe Mart Şimonî tê nasîn, Mart bi eslê xwe Yahûdî ye û 7 zarokên wê hebûn.

Padîşahê Yûnanî, biryar da ku bi Mart Şimonî û 7 zarokên wê goştê beraz ê Ku di ola xirîstiyanan de gunehe, bide xwarin.

Lê Mart ev yek qebûl nekir û li hember wê jî berdelên giran da û serî netewand.

Meryem diyar kir ku ev serpêhatî B. Z 160-164’an rû da ye.

Lewra ji bo bîranîna wê û fedakirina her 7 zarokên wê, her roja 15’ê Cotmehê û 3’ê Gulanê, wekî cejna Mart Şimonî tê bi nav kirin û pîroz kirin.

Meryemê anî ziman ku ji ber êrişên dewleta Tirk ne gund û ne jî dêr maye ku ew vê rojê bi bîr nînin û eşkere kir ku

Ew di cejna Mart Şimînê de, xwarina helîsa ya gelerî çêdikin.

Meryem Xano: Dewleta Tirk jî di êrişên xwe de heman kirinan pêk tîne

Meryem bûyera Mart Şimonî û rewşa ku niha şêniyên xirîstiyan têre derbas dibin, nêzî hev dîtin û got:

Yûnaniyan zarokên Mart serjê û parçe parçe kirin, lê wê serî netewand.

Niha jî dewleta tirk a dagirker di êrişên xwe de heman kirinên hovane pêk tîne.

Meryemê di dawiyê de jî êrişên dewleta Tirk şermezar kir û xwest êdî ev êriş rawestin.

Back to top button