Sîhanok Dîbo: Erdogan bi gefên êrişan dixwaze li ser aloziyên xwe bigire

Endamê Meclisa Serokatiya MSD’ê Sîhanok Dîbo derbarê gefên êrişan ên Erdogan yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyhê de got, “ji ber Tirkiyê li der û hundir di nava aloziyên mezin de ye, Erdogan bi van gefan dixwaze rojevê biguherîne.

Dewleta Tirk di van rojan de gefên êrişekê nû ya li ser herêmê zêde kirine û wer xuya dibe ku amadekariyên şerekî nû dike.

Der barê vê yekê de, endamê Meclisa Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk-MSD’ê Sîhaok Dîbo ji ANHA’yê re axivî.

Sîhanok Dîbo bal kişand li ser aloziyên Tirkiyê yên hundir û derve û got,

“Li hundirê Tirkiyê aloziyeke siyasî, aborî, civakî heye û bi welatên derve re jî di nava nakokiyan de ye. Erdogan jî dixwaze bala raya hundir û derve bi tiştekî din mijûl bike, lewre van gefên êrişan li dijî herêmê dixwe.”

Dîbo bal kişand li ser hevdîtina dawî ya Putin-Erdogan jî û got, “ji ber her du alî li ser rewşa li Idlbinê negihaştin tu lihevkirinekê, Erdogan gefên êrişên nû li herêmê dixwe.”

Der barê êrişeke muhtemel a dewleta Tirk de Sîhanok Dîbo got:

“Ev tiştekî ne dûr e. Sîstemên desthilatdar dema ku di aloziyên mezin re derbas dibin, dikarin gavên bi vî rengî biavêjin. Ev yek girêdayî lihevkirinên di navbera dewletên ku niha li ser erdê Sûriyê ne.”

Back to top button