Meclisa Ciwanên MSD forumek derbarê salvegera Aloziya Sûrî li dar xist

Bi boneya salvegera 12’emîn ya destpêkirina aloziya Sûriyê Meclisa Ciwanên MSD’ê jî forumek li darxist.
Di forumê de 3 mijarên sereke hatin nîqaşkirin.

Forum li avahiya Meclisa Sûriya Demokratîk a li bajarê Hesekê bi beşdariya 30 ciwanên ji partî û rêxistinên cuda destpê kir.

Di forumê de hevserokê Meclisa Ciwanên MSD’ê Zane Mistefa axaftina destpêkê kir û balkişand ser şoreşên ku li tevahî Cîhanê çêbûne û got: ‘Hemû şoreşên ku li Cîhanê çêbûne û pêşengtiya wê gel dikir bi armanca azadî û wekheviyê bû.

Di şoreşa Sûriyê de jî, roleke girîng a ciwanan tê de hebû, lê ji ber destewerdana gelek aliyan ji armanca xwe ya sereke dûr ket.

Di forumê de.

‘Qonaxa dîrokî ya Sûriyê ya beriya rejîma Sûriyê were ser desthilatê û dema desthilatê.

Şoreşa 15’ê Adarê û rola MSD’ê di pêşengiya ciwanan a gihandina ber bi çareya Sûrî-Sûrî de” hatin nîqaşkirin.

Forum bi encamnameyekê bi dawî bû.

Back to top button