Li Kobanê bi hezaran li dijî êrişan meşiyan

20 û 23’yê vê mehê balafirên bê mirov yên bi çek ên dewleta Tirk ya dagirker êrişî kobanê kirin.
Di encama her du êrişan de 5 kes şehîd bûn.
Îro şêniyên Kobanê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk xwepêşandaneke girseyî li dar xistin.

Di meşê de dirûşmên li dijî êrişên dewleta Tirk û li dijî xiyanetê hatin berzkirin.

Piştî ku meş veguherî mitîngê, endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Ayşe Efendî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdanre xwest û wiha got:

“Em gelê Kobanê xwediyê Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne û yekemîn xaka ku rêber Abdullah Ocalan li Rojava li ser meşiyaye ev e.

Em derfetê nadin dagirkeran ku îradeya me ya xurt bişikînin.”

Ayşe da zanîn ku cihê xayinan li ser xaka Kobanê tune ye û ne ji mafê tu kesî ye ku xiyanetê bi xwîna şehîdan bike.

Ayşe Efendî diyar kir ku heta serketinê ew ê li qadan bin û tê bikoşin.

Back to top button