Çalakiya malbatên şehîdan ya li ber derîyê Sêmalka di roja 22. de didome

Çalakîya dayîk û malbataên şehîdan ya li ber derîyê Sêmalka ya ku ji bo girtina cenazeyên gerîllayên ku PDK’ê ew şehîdxistine bi piştgirîyeke xurt dewam dike.

Îro jî endamên Partîya Sûrîya Pêşeroj berê xwe da derîyê Sêmalka û tevlî çalakiyê bûn.
Bang li PDK`ê hat kirin ku cenazeyên gerîla radestî malbatên wan bike û dev ji hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker berde.

Çalakîya ku ji alîyê Malbatên Şehîdan ve ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe yên ku ji alîyê PDK’ê ve hatibûn şehît xistin a li ber derîyê Sêmalka dewam dike.

Çalakî ji gelek alîyan ve rastî piştgirîyeke mezin tê. Îro jî Partîya Sûrîya Pêşeroj berê xwe da derîyê Sêmalka û li wir daxuyanî da.

Partiya Sûrîya Pêşerojê bang li PDk’ê kir ku cenazeyan radest bike

Daxuyanî ji alîyê Endamê Giştî yê Partîyê Mûaz Ebdulkerîm û Endama Partîyê yê kantona Qamişlo Înas El- Şihûdî ve hate xwendin.

Di daxuyanîyê de wiha hat gotin:

”Tekoşîna gelê Kurd a li dijî zilm û zordarîyê dewam dike. Dewleta Tirk ji dijminahîya xwe û ji armanca xwe ya dagirkirinê de kêlîyek jî ne sekinîye.

Dewleta Tirk ji 23’ê Nîsanê ve êrişî Başûrê Kurdsitanê dike û her cure çek û teknolojîya herî dawî bikartîne, lê dîsa jî li hember berxwedanê têk diçe.”

Di daxuyanî yê hat dîyarkirin ku hevkarî ya bi dijminre rê li ber êrişên berfirehtir vedike û hevkarîya PDK’ê ne tenê di asta kordînêde ye, heman demê bi yekser êriş dibe ser hêzên gerîlla.

Di daxuyanîyê de bal hat kişandin li ser daxuyanîya HPG’ê û hat gotin: ”Hêzên PDK’ê di 28-29 Tebaxê de kemîn li pêşîya komek gerîllayên HPG’ê danî û di encamê de 5 gerîlla şehîd bûn.

PDK cenazeyên gerîllayan li cem xwe girtine û dayîkên şehîdan jî li ber derîyê Sêmalka daxwaza cenazeyên zarokên xwe ji PDK’ê dikin.”

Partîya Sûrîya Pêşeroj di dawîyê de dijminahîya PDK’ê ya li dijî gelê Kurd û hevkarîya wî şermezarkir û bang li PDK’ê kir ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike û dev ji ajantîya Dewleta Tirk berde.”

Back to top button