Li girtîgeha Şirnexê gardiyanan 16 girtî êşkence kirin

Dewleta Tirk a ku bi her awayî êrişî gelê Kurd dike, li girtîgehan jî êşkenceyê li girtiyên siyasî dike.
Li girtîgeha Şirnexê, gerdiyanan 16 girtî êşkence kirin, û jiber êşkenceyê kesekî jî bi giranî birîndar bûye.

Hat ragihandin li girtîgeha Şirnexê gardiyanan êrîş birine ser girtiyên siyasî.

Gardiyanan êşkence li 16 girtiyan kirine û jiber êşkenceyê kesê bi navê Mehmet Alî Çevîk rakirine nexweşxaneyê.

Hate gotin rewşa girtî Mehmet Elî Çevîk giran e.

Her wiha hate ragihandin ku dest û piyê girtiyên din jî hatine şikandin.

Tekildarî bûyerê hate diyar kirin ku, êşkenceya li dijî girtiyan bi çavdêriya midûrê girtîgehê pêk hatiye.

Malbatên girtiyan da zanîn piştî ku girtiyan ji gardiyanan xwestin ku bi pêlavan nekevin qawîşan êrîş birine ser wan.

Back to top button