Li Îngilîstanê greva herî mezin a salên dawî

Li Îngilîstanê greva herî mezin a salên dawî pêk tê.
Bi sedhezaran mamosta, bizîşk, wezîfedar û xebatkarên metro dest ji kar berdan.

Pêla grevên ku par li Brîtanya despê kirî berfireh dibe.

Karkerên ku daxwaza bilindkirina mûçeyan dikin careke din li qadanin.

Îro bi sed hezaran mamoste, akademîsyen, karmend, doktor û xebatkarên metroyê dest bi grevê kirin.

Konfederasyona Sendîkayan (TUC) ragihand ku tê payîn nêzî 500 hezar kes tevlî grevê bibin.

Li gorî sendîkayê, bêtirî 10 sal in li Îngilîstanê greveke bi vî rengî pêk nehatiye.

Li paytext Londonê îro xizmetên metroyê bi carekê rawestiya.

Mamoste li piraniya dibistanan li seranserî welêt di grevê de ne.

Tevî vê jî Wezareta Perwerdehiyê ji malbatên xwendekaran dixwaze ku heta bangek fermî neyê kirin bila zarokên xwe bişînin dibistanê.

Nêzîkî 150,000 karmendên dewletê yên ku di zêdetirî 100 dezgehên hikûmetê de dixebitin, ji ber mûçe, ewlehiya kar û şertên ji kar avêtinê di grevê de ne.

Li Skotlandê jî piştî lihevkirineke nû ya mûçeyê grevên pêk hatî bidawî bûbûn.

Back to top button