Nunertiya HDP’ê: Biryara PDK’ê biryareke siyasî ye

Berpirsê Ragihandina Balafirxaneya Iraqê Cîhad Kazim têkîldarî mijarê axivî û Îdiayên PDK’ê derewand.
Li aliyê din derkete holê ku PDK’ê siyaset medara Kurd Azîme Arsû radestî MÎT’a Tirk kiriye.

Nûnera HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Nahîde Ermîş astengkirina parlementerê HDP’ê Hesen Ozgûneş weke biryareke siyasî nirxand û got:

“Biqasî me lêkolîn kiriye, Iraq nikare ji bo Herêma Başûrê Kurdistanê astengî ji kesên fermî re bike.

Eger biryarek bide jî însiyatîfa rêveberiya Kurd heye, bicîh neyne.”

Nahîde Ermîş diyar kir ku PDK bi vê biryarê bi eşkereyî daye nîşan ku piştgiriya tifaqa AKP-MHP û HÛDA PAR’ê ya dijî Kurd dike.

Iraqê îdiayên rayedarên PDK’ê derewand

Li aliyê din berpirsê Ragihandina Balafirxaneya Iraqê Cîhad Kazim têkîldarî mijarê ji ajansa Rojnews ê re axivî.

Cîhad Kazim Îdiayên rayedarên PDK’ê derewand û wiha got:

“Balafirxaneyên Başûrê Kurdistanê di warê teknîkî de bi ser Bexdayê ve ne.

Lê di warê rêveberiyê de ne li ser Bexdayê ve ne.

Weke balafirxaneyên sivîl ti peywendiyek me bi astengkirina çûn û hatine geştiyaran ve nîne.”

PDK’ê Azîme Arsû radestî MÎT’a Tirk kir

Li aliyê din derkete holê ku PDK’ê siyaset medara Kurd Azîme Arsû radestî MÎT’a Tirk kiriye.

Siyasetmedara Kurd a Şirnexê Azîme Arsû ku bi salane ji bo gelê xwe têdikoşe, ji bo dermankirina nexweşiya xwe ya giran xwest biçe derveyê welat.

Lê Azîme Arsû di 2’ê Gulanê de li balafirxaneya Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate girtin û radestî MÎT’a Tirk hate kirin.

Bi vê yekê re careke din eşkere bûye MÎT’a Tirk bi riya Îxaneta PDK’ê Başûrê Kurdistanê ji xwe re weke barageh bi kar tîne.

Li balefirgeha Hewlêrê ji bo parlamenterê HDP astengî hate lidarxistin

Back to top button