Belavkarên şekir li herêma Firatê hatin diyarkirin

​​​​​​​Gerînendetiya Bazirganiyê ya herêma firatê belavkarên şekir diyar kirin.

Gerînendeya Bazirganiyê ya Desteya Aborî ya Herêma Firatê lîsteya navên bazirganên ku dê şekir belav bikin, derxist.

Gerînendeyê diyar kir ku bi hevkariya Saziya Newroz a Bazirganiyê, lîsteya navên bazirganên ku dê şekir li şêniyên herêmê belav bikin, derxist.

Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser 4’ê Gulanê bi biryarekê depokirina şekir qedexe kir û buhayê wê diyar kir.

Li gorî biryarê, bazirganê ku ji bo kesybaziyê şekir veşêre yan jî depo bike, cezayê pereyan lê tê birîn û heta 3 mehan nikare karê bazirganiyê bike.

Bazirganê ku vê biryarê dubare bikin, 2 salan bazirganî lê tê qedexekirin.

Back to top button