Li balefirgeha Hewlêrê ji bo parlamenterê HDP astengî hate lidarxistin

Zêdetirî 4 saetan e Parlamenterê HDP’ê yê Bakurê Kurdistanê Hesen Ozguneş li balefirgeha Hewlêrê dibin çavan de ye û rê nayê dayîn ku derbazî xaka Başûrê Kurdistanê bibe.

Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Nahîde Ermîş ji Rojnews’ê re ragihand ku Parlamenterê HDP’ê Hesen Ozguneş yê bajarê Şirnexê, bi rêya Balefirgeha Hewlêrê hatiye Başûrê Kurdistanê.

Lê hêzên Balefirgeha Hewlêrê nehêlane ji balefirgehê derbikeve.

Nahîde diyar kir ku Ozguneş ji saet 12’an de li Balefirgeha Hewlêrê ye, bi hinceta ku hikûmeta Bexdayê bilok xistiye ser navê wî, ji ber wê nahêlin derbazî nava xaka Başûrê Kurdistanê bibe û got:

“Tişta ku li dijî Parlamenterê HDP’ê tê kirin neqanûnî ye, ji ber ku ne rast e ku hikûmeta Iraqê navê wî bloke kiriye.

Rewşenbîrên Hewlêrê serdana nûnertiya HDP’ê kirin û piştgiriya xwe nîşan dan

Back to top button