Rewşenbîr, mamostayên zanîngehê û çavdêrên siyasî yên parêzgeha Hewlêrê, bi boneya piştgirîkirina HDP’ê di hilbijartinên Tirkiyê de, serdana Nûnertiya HDP’ê ya li parêzgeha Hewlêrê kirin.
Şande ji aliyê Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Nahîde Ermîş ve hatin pêşwazîkirin.
Rewşenbîrên Hewlêrê di serdanê de diyarkirin ku hilbijartina vê carê ya Tirkiyê ji bo gelê Kurd û Tirk çarenûseke, ji ber ku serkeftina HDP’ê, wê demokrasiyê bîne û wê dawî li dîktatoriya AKP-MHP’ê bîne.
Her wiha daxwaz ji hemû gelê Kurd û aliyên siyasî kirin ku ji bo serkeftina di hilbijartinê de piştgiriya HDP’ê bikin.
”Hewlêr, piştgiriya HDP’ê dike”
Li Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê, Lijneya Xebatên Hevbeş a Çep a Kurdistanê û çalakvan, rojnamevan û hunermendan bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo Partiya Çepên Kesk nîşan dan.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“Em ji parêzgeha Hewlêrê piştgiriya xwe ji bo HDP’ê radigihînin, ji ber ku lîsteya aştiyê ya Bakurê Kurdistanê ye.
Em daxwaz ji hemû aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dikin ku ji bo dawî li dîktatoriyê were û li herêmê îstiqrar pêk were, piştgirî bidin HDP’ê.
Rewşenbîrên Hewlêrê serdana nûnertiya HDP’ê kirin û piştgiriya xwe nîşan dan



