Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li dijî Rêveberiya Xweser a Şengalê û pêşengên Êzîdiyan û hêzên parastina Êzîdxanê ketine tevgerê. Di nava hefteyekî de 2 fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî, endamê rêveberiya Asayîşa Êzîdxanê Şêrzad Şemo Qasim di encama êrîşên dewleta Tirk yên bihevkariya PDK’ê de şehîdbûn. Civaka Êzîdxanê, Ş. Şêrzad Şemo Qasim bi awayeke girseyî oxir kirin û dûbare ragihandin ewê serî ji êrîşan re netewînin.
Back to top button