Asayîşa Êzidxanê : Di êrîşê de rêhevalê me Şerzad Şemo şehîd bû

Tevî hemû bangan dewleta Tirk a dagiker êrişên xwe yên li dijî Şengalê didomîne. Îro careke din artêşa dagirker navenda bajarê Şengalê bomberan kir. Di encamaê de Rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Şerzad Şemo Qasim şehîd bûye

Asayîşa Êzidxanê derbarê êrişê de daxuyaniyek da û ragihand ku di êrişê de ji rêveberiya wan Şêrzad Şemo şehîd bûye.

Daxuyaniya Asayişa Êzidxanê wiha ye:

“Êriş plansaziya dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê ye ku bi destê xayîn û xwefiroşan pêk hatiye.

Di encamê de rêhevalê me ji Rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Şerzad Şemo Qasim şehîd bû.

Em di serî de ji malbata hevalê xwe Şerzad û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Em dibêjin ku ji bo parastina gelê me, ji bo parastina Êzidxanê çi bedel bê xwestin em ê bê dudilî bidin..”

Asahîşa Êzidxanê diyar kir ku wê paşê agahiyên berfireh têkîldarî êrişê bi raya gîştî re parve bikin.

Dewleta Tirk di nava du rojan de ev du caran êrişî Şengalê dike.

Di êrişa 27’ê Sibatê de ji fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir şehîd bûn û şervanek jî birîndar bû.

Back to top button