Bandora erdhejê li Sûriyê

Bîlançoya mexdûrên erdhejê li Sûriyeyê kêlî bi kêlî girantir dibe. Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku li herêmên hikûmetê 812 kesî jiyana xwe ji dest dan û hezar û 449 kes birîndar bûn. Çavdêriya Mafên Miovan a
Sûriyê SOHR jî ragihand ku li hemû xaka Sûriyê hêjmara qurbaniyan zêde dibe û heta niha hezar û 621 kes jiyana xwe ji dest dane.

Duh li navçeya Pazarcik a Mereşê ya Bakurû Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn.

Erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî da.

Tesîra erdhejê li Heleb, Hema, Lazqiye û Tertûs zêde bû.

Gelek xanî û Avahiyên pirqatî bi ser niştecihên xwe ve hilweşiyan.

Her wiha ji ber erdhejê ziyan gihiştin şûnwarên arkeolojîk ên li Helebê.

Xebatên lêgerînê û rêzgarkirinê ji aliyê tîmên lêgerî û şêniyan ve di roja 2’an dewam dike.

Di kêliya buyerê de şêniyên herêmên Sûriyê di serem û seqma zivistanî ji bo ku xwe ji erdhejek din biparêzin bi tirs ji malên xwe reviyan.

Serokê Navenda Erdhejê ya Sûriyê Raîd Ehmed erdhej wek mezintirîn erdheja ku di dîroka navendê de hatiye tomarkirin bi nav kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Şamê: 812 kes jiyana xwe ji dest dan û hezar û 449 kes birîndar bûn

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê amarên qurbaniyên erdhejê parve kir..

Wezareta Tenduristiyê ya Şamê diyar kir ku heta niha 812 kesî jiyana xwe ji dest dan û hezar û 449 birîndar bûn.

Lê wer diyar e ev hêjmar tenê ya hatiye tesbîtkirine û heta niha gelek kes di bin kavilan de ne.

Hêjayî gotinê ye ku bîlançoya Wezareta Tenduristiyê, tenê herêmên hikumeta Şamê digire nava xwe.

Li herêmên bakurê Sûriyê yên dagirkirî jî kerast mezine û ji ber dagirkriyê, tîmên alîkariyê jî peyda nabin û ev 2 rojin gelek kes di bin kavilan de ne..

SOHR: Ji ber erdhejê li Sûriyê hezar û 621 kesî jiyana xwe ji dest dane

Li gorî çavdêriya Mafên Miorvan a Sûriyê, li hemû xaka Sûriyê hezar û 621 kesî heta niha jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 2 hezar kes jî birîndar in..

Back to top button